Adil Ebdulmehdî dê dest jikar vekşîne

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî razîbûna xwe li ser dest jikar vekişandinê nîşan da ye, bi mercê hebûna cêgirekî, ku cihê qebûlkirinê be, da ku valahiya destûrî çêne be

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Iraqê razîbûna xwe li ser encamana hilbijartinên pêşwext li gorî yasayekî nû ya hilbijartinan nîşan da.

Berhem Salih di gotarekê de derbarê rewşa siyasî û daxwaziyên xwenîşanderan tekez kir, ew digel daxwaziyên xwenîşanderan in, û tundûtîjî û binpêkirinan red dikin.

Serokomarê Iraqê razîbûna xwe li ser encamana hilbijartinên pêşwext nîşan da, ew jî bi pişt girêdan bi danîna yasayekî nû ji bo hilbijartinan. Herweha guhertina komisyona hilbijartinan, dûr ji hejmûna partiyan.

Berhem Salih eşkere jî kir, Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî razîbûna xwe li ser dest jikar vekişandinê nîşan da ye, bi mercê hebûna cêgirekî, ku cihê qebûlkirinê be, da ku valahiya destûrî çêne be.

 

 

C.B