El Xetîb: Sîstema “nenavendî” ne tenê daxwaza Kurdan e

Endamekî Komîta Destûra Sûriyê radigihîne, sîstema “nenavendî” ne tenê daxwaza Kurdan e, belkû daxwaza hemû welatiyên Sûriyê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamekî Komîta Destûra Sûriyê radigihîne, sîstema “nenavendî” ne tenê daxwaza Kurdan e, belkû daxwaza hemû welatiyên Sûriyê ye.

Endamê Komîta Biçûk a Destûra Sûriyê yê ji lîsta opozîsyonê Qasim El Xetîb li Cenêvê ji K24ê re ragihand, ew li ser dariştina destûrekê kar dikin, ku mafê hemû pêkhateyên Sûriyê tê bê gerentîkirin, ta ku sibe hemû pêkhate bi hev re bijîn.

Tekez kir jî, sîstema nenavendiya desthilatdariyê, ne tenê daxwaza Kurdan e, belkû daxwaza hemû welatiyên Sûriyê ye.

Li Cenêvê û di bin siya Netewên Yekgirtî de civînên Komîta Destûrê birêve diçin. Endamên komîteyê 150 kes in, lê ji nivîsandina destûrê Komîta Biçûk ku ji 45 kesan pêk tê, hat destnîşankirin.

Yek ji daxwazên aliyên siyasî yên Kurdî jî ew e, sîstema hikûmraniyê li Sûriyê bibe “nenavendiya siyasî”, lê ta niha ev daxwaz ji aliyê rêjîm û opozîsyona Sûriyê ve nayê qebûlkirin, tenê ew “nenavendiya îdarî” dipejirînin.

 

 

S. B