Teqîn li Girêspî – 13 kuştî, gelek brîndar
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Girêspî teqînekê rûda ye û di encam de 13 kes hatine kuştin.
Li nav bazara bajarê Girêspî teqînek di rêya otombîleke bombekirî teqiya û di encama wê teqînê de 13 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî, brîndar bûn e.
Ev duyem teqîn e, ku di heyama kêmtir ji mehekê de, li wî bajarî rû dide û grûbên çekdar jî dike armanc.
Piştî rêkeftina Amerîka û Tirkiyê, ya derbarê devera aram di navbera Girêspî û Serêkaniyê de HSD hêzên xwe ji wan deveran vekşand û kete jêr kontrola grûbên çekdar û artêşa Tirkiyê.
C.B