Nancy Pelosi: Siyaseta Trump rê ji Rûsya û Tirkiye re vekiriye

Seroka Encûmena Nûneran a Amerikayê Nancy Pelosi diyarkir, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Tirkiye, di mijara Sûriye de mfayê ji siyaseta Trump werdigrin

K24 – Navenda Nûçeyan

Seroka Encûmena Nûneran a Amerikayê Nancy Pelosi diyarkir, ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Tirkiye, di mijara Sûriye de mfayê ji siyaseta Trump werdigrin.

Pelosi liser proseya dûrxistina Serokê Amerikayê Donald Trump, bi taybet girêdayî mijara Ukrayna axifî, ku ligor tometê Serokê Amerikayê alîkariya 400 milyon Dolaran bo Ukrayna, wekî fişarek siyasî bikari aniye.

Seroka Encûmena Nûneran a Amerikayê,  herweha siyaseta Trump a Rojhilata Navîn, bi taybet Sûriye bi tundî rexne kir, ku Rûsya û Tirkiye mfa ji siyaseta Trump wergirtin e. Diyarkir, ku Moskow û Enqere dixwazin li Rojhilata Navîn bibin du welatên bibandor û Trump rê ji bo wan vekiriye.

 

 

 

C.B