Yekîtiya Ewrûpa, alîkariyên diravî ji Tirkiye re kêm dike

Yekîtiya Ewrûpa Budçeya sala 2020 pesend kir û ji ber binpêkirinên azadiya rojnamevanî û serdestiye mafnasiyê par a Tirkiyê kêm kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ewrûpa Budçeya sala 2020 pesend kir û ji ber binpêkirinên azadiya rojnamevanî û serdestiye mafnasiyê para Tirkiyê kêm kir.

Konseya Ewrûpa û Parlamentoya Ewrûpayê li ser budçeya 2020 ya Yekîtiya Ewrûpayê gihîştin encamê. Li gor vê dahatên Yekîtiya Ewrûpayê dê 168 milyar dolar, xerc jî dê 153 milyar dolar bin.

Yekîtiya Ewrûpa piraniya budçeyê ji bo avedanî û geşedana Aborî û samanên siruştî û çandiniyê veqetand.

Di budçeya nû de, ji bo Tirkiye ku namzeda Endambûna Yekîtiya Ewrûpayê ye, 85 milyon dolar tên kêmkirin. Hat destnîşankirin, ev biryar ji ber binpêkirina azadiya rojnamevanî, mafên mirovan û nemana serdestiya hiqûqê hatiye girtin. Yekîtiya Ewrûpa tenê di çarçoveya alîkariya penaberên Sûrî de, ji bo saziyên civaka sivîl dê alîkarî bike.

 

 

C.B