Rûsya: Êrîşa Tirkiye rê li ber birêkxistinê ji DAIŞ re vekir

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov anî ziman, ku piştî êrîşa Tirkiye li Sûriye, bi sedan endamên DAIŞ serbest man e...

K24 – Navenda Nûçeyan

Rûsya bal kişand, ku êrîşa Tirkiye hemberî bakur rojhilatê Sûriye, rê li ber birêkxistina DAIŞ vekir û ev yek cihê metirsiyê ye.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov anî ziman, ku piştî êrîşa Tirkiye li Sûriye, bi sedan endamên DAIŞ serbest man e û ev yek metirsiyê peyda dike. Lgor Siromolotov, DAIŞiyên reviyayî dikarin hêzê bidin liv û tevgerên rêxistinê.

Siromolotov diyarkir, ku hejmarek eşkere ya DAIŞiyên reviyayî di destê wan de nîn e, lê bi guman in ku ew hejmar bi sedan e. Herweha Rûsya bi dilgiranî li vê rewşê temaşe dike.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê got, êrîş dibe eger a aloziyan di navbeyna pêkhateyan û mezheban de jî. Divê rê ji bo êrîşên nû neyê dan. Rêkeftina Tirkiye-Rûsya, ku liser erdê bicîh bû, dikare bibe rêgir ji aloziyên mezintir re.

 

 

C.B