Tirkiye dest bi ezmûnkirina S400an dike

Enqere li ser bikaranîna mûşekên S400an gavek nû diavêje

K24 – Navenda Nûçeyan

Di dema ko mijara mûşekên S400 di navbera Tirkiye û Amerîkayê de pirsek ciddî û aloz e, Enqere li ser bikaranîna mûşekan gavek nû diavêje.

Ligor ragihandina Parêzgeriya Enqereyê ceribandina mûşekên S400 îro destpê dike û dê du rojan berdewam be. Balafirên F16 dê li ser mûşekên S400 ko li Enqereyê  Meydanên Asimanî yên Mûrtedê hatine bicihkirin bifirin û sîstemên radarê yên mûşekan biceribînin.

Ligor daxûyaniyên berprisên Tirkiyê piştî temambûna firînên ceribandinê, pilan ew e, ko mûşekên S400 sala bê werin xebitandin.

Amerîka ji ber kirîna S400an, firotina balafirên F35 bo Tirkiyê qedexe kiribû. Li ser vê yekê Enqere jî bedîlên F35an digere û careke din berê xwe dide Rusyayê. Amerîka digel qedexekirina F35an bi berdewamî gefa cezayên aboriyê jî li Tirkiyê dixwe. Herî dawî berpirsekî pilebilind ê  Amerîkayê xwestibû Tirkiye S400an an vegerîne Rusyayê û an jî tine bike.  

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu jî bersiva wî dabû û gotibû, ew qebûl nakin Amerîka xwe ser Tirkiyê ferz bike.

Tirkiye di sala 2017an de beramberî du milyar û nîv dolaran du sîstemên mûşekên S400an kirîbû û perçeyên sîstema yekemîn beriya niha 4 mehan wergirtibû. Sîstema duyemîn jî dê sala bê werbigre. 

 

 

C.B