Civîna çar qolî bê daxûyaniya encamnameyî bidawî hat
K24 – Navenda Nûçeyan
Civîna çar qolî ya di navbeyna Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdoğan, Serokwezîrê Ingilistanê Boris Johnson, Serokomarê Fransa Emmanuel Macron û Şêwirmenda Almanya Angela Merkel de bidawî hat. Daxûyaniyek encamnameyî ji civînê derneket.
Civîn a ku di çarçoveya, civîna 70saliya Hevpeymaniya NATO de li Londonê lidar ket, biqasî 1 demjimer dom kir.
Serokên beşdar civîn bi erênî pênase kirin, lê derneketin a encamnameyê ji alî şirovekaran ve, wekî peyda nekirin a hevahengiyê tê nirxandin.
Serokomarê Tirkiye piştî civînê diyarkir, civîn gelek bi erênî bidawî hat. Herweha Merkel civîn bi erênî binav kir.
C.B