Rewangeh: Grûpên çekdar şûnwarên Efrînê didizin û li Tirkiyê difiroşin

Çekdarên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, şûnwarên Efrînê herêma Efrînê didizin û li Tirkiyê difiroşin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çekdarên ser bi Artêşa Tirkiyê ve, şûnwarên Efrînê herêma Efrînê didizin û li Tirkiyê difiroşin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, ji bilî kuştin û revandina welatiyên Efrînê û destdanîna ser mal û milkên wan, grûpên çekdar yên ji aliyê Tirkiyê ve têne piştevanîkirin, dezgehên giştî û şûnwarên Efrînê têk didin û şûnwaran didizin û li Tirkiyê difiroşin.

Rewangehê da zanîn, grûpên çekdar bi awayekî sîstematîk şûnwarên keleha Horî ya dîrokî didizin û li Tirkiyê difiroşin.

Li Efrînê gelek cihên dîrokî hene, ji bilî Keleha Horî, keleha Samanê, şikefta Duderî, kenîseya Marmaron û bi dehan şûnwarên din, nêzîkî 25 girên dîrokî hene, piraniya wan di ber çemê Efrînê re rêzkirî ne, ku dîroka wan vedigere hezar heta 2 hezar berî zayînê.

Her di wê derbarê de, lêkolîner û pisporê di warê şûnwarên Efrînê de Zekeriya Huserî ji K24ê re ragihandibû, peykerê Şêr ê bazilî yê dîroka wî vedigere 1300 sal berî zayînê, ji cihê xwe li ser Girê Eyn Dara hatiye dizîn.

Pêştir jî, Rêxistina Mafên Mirovan belav kiribû, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar zêdetir ji 42 cihên şûnwarî, girên dîrokî û mezargehên olî kolane û zêdetir ji 20 hezar perçeyên entîkan dizîne û veguhastine Tirkiyê.

 

S. B