Senat a Amerîka projebiryara jenosîda Ermeniyan pejirand
K24 – Navenda Nûçeyan
Senat a Amerîka projebiryara jenosîda Ermeniyan pejirand.
Li gor wê biryarê Tirkiyê bi jênosîdkirina milyonek û nîv Ermenî tê tometbar kirin.
Ev tawan, a ku her dem Tirkiyê red dike û dibêje, Ermen bi sedema şerê cîhanî yê yekem, di sala 1915 ta 1917 hatine kuştn.
Her îro jî, komîteya karûbarê derve ya kongrêsa Amerîka bi sedema dagîrkirina li Sûriyê û koçberbûna xelkê û taqîkirina sîstema S-400 projebiryara sepandina sizayan liser Tirkiyê hate pejirandin.
Tirkiye yekser rexneyên giran li vê biryarê girt û diyarkir, ku “Pejirandina vê biryarê pêwendiyên Tirkiye û Amerika aloztir dike”.
Serokê Pêwendiyan ê Serokomariya Tirkiye Fahrettin Altun got, ku “Siza û gef dê tu caran me ji armancên me yên ewleyiya neteweyî dûr nexe”.
C.B