Rûsya û Çin biryara Neteweyên Yekgirtî liser Sûriye veto kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Rûsya û Çîn biryar a derbaskirina alîkariyan di rêya sînoran ji bo Sûriyê veto kirin.
Civata Ewlekariya Navdewletî biryarek ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji çend xalên sînorî, ji bo Sûriyê amadekiribû û ew biryar rastî vetoya her yek ji Rûsya û Çînê hat.
Ji aliyê xwe ve, Nûnerê Çînê piştî vê biryarê got, ku divê her gavek were avêtin di rêya Şamê re be û nabe serweriya Sûriyê bê binpêkirin û divê alîkarî ne di rêya sînoran de be.
Nûnera Amerîka jî ragehand, ku ev veto dibe binemaya karesatek mezin, ji ber ku çar milyon kes li wî welatî bi hewceyî alîkariyan in.
C.B