Merkel, pirsa penaberan ligel Tirkiye gotûbêj dike

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, bi armanca gotûbêjkirina krîza penaberan, meha bê seredana Tirkiyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, bi armanca gotûbêjkirina krîza penaberan, meha bê seredana Tirkiyê dike.

Li gor nûçeya rojnameyek Almanî, metirsî heye şerê Îdlibê bibe sedem a pêlek mezin a koçberiyê û eger heye bandor li Ewropayê jî bike. Ji ber vê yekê, Merkel hewl dide bi Serokomarê Tirkiyê re, rêkeftina berê ya di derbarê penaberan de, gotûbêj bike.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan dide xuyakirin, ji ber êrişên rejîma Sûriye û Rûsyayê, ji 100 hezaran zêdetir kes aware bûn e û ew hêza Tirkiyê nîn e, ku bi tenê pêşwaziya penaberan bike.

 

 

C.B