Esed: Rola Silêmanî di serkeftina Artêşa Sûriye de hebû!
K24 – Navenda Nûçeyan
Beşar Esed radighîne, rola Qasim Suleymanî di piştevanî û serkeftinên Artêşa Sûriyê de hebû, û bi kuştina wî, Amerîka diyar dike, ku piştevaniya terorê dike.
Serokê Sûriyê Beşar Esed di nameyekê de ji bo Rêberê Komara Islamî ya Îranê Elî Xamneyî ragihandiye, Amerîka bi kuştina Fermandarê Feyleqa Qudis Qasim Suleymanî tekez dike, ku ew di piştevaniya terorê de berdewam e.
Beşar Esed di nameya xwe de dibêje, Qasim Suleymanî ji bîr a xelkê Sûriyê naçe û rawestandina wî ligel artêşa Sûriyê, dê her di bîra wan de bimîn e. Da zanîn, ku pençeyên wî, di nava serkeftina Sûriyê liser terorê de hebû.
C.B