Ukrayna seferên esmanî bo Îranê radiwestîne

Serokwezîrê Ukraynayê Aleksei Goncharuk ragihand, ku heta lêkolînên liser ketina firokeya Ukraynî encam bide, hemû seferên esmanî yên şirketên Ukraynayê bo Îranê radiwestîn in

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Ukraynayê Aleksei Goncharuk ragihand, ku heta lêkolînên liser ketina firokeya Ukraynî encam bide, hemû seferên esmanî yên şirketên Ukraynayê bo Îranê radiwestîn in.

Goncharuk destnîşankir, ku divê pisporên Ukraynî jî, di lêkolînên liser ketina firokeya wan de cîh bigrin û ev yek pêdiviyek e.

Serokwezîrê Ukrayna herweha destnîşankir, ku divê “sedemên fermî” di demek kurt de bên eşkere kirin û heta encamên lekolînan eşkere bibin, seferên esmanî yên firokeyên Ukrayna bo Îranê radiwestîn in.

Vê sibehê demjimêr: 06:18 ê sibehî firokeya Boeing 737 a Ukrayna, ku ji Firokxaneya Navneteweyî ya Imam Humeynî ji Tehranê bo paytexta Ukrayna Kiev dabû rê, nêzîkî Tehranê ketibû xwarê û hemû rêwiyên firokeyê û personalan, ku hejmara wan 176 kes bûn, jiyana xwe jidest da bûn.

 

 

C.B