NATO dê li Rojhilata Navîn rolek çalaktir bibîne

Hevpeymaniya Bakurê Etlasî NATO di daxûyaniyekê de ragihand, ku dê Hevpeymanî rolek çalaktir li Rojhilata Navîn bilîze

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevpeymaniya Bakurê Etlasî NATO di daxûyaniyekê de ragihand, ku dê Hevpeymanî rolek çalaktir li Rojhilata Navîn bilîze.

Ev daxuyaniya NATO piştî pêwendiya telefonî ya di navbeyna Sekreterê Giştî yê NATO Jens Stoltenberg û Serokê Amerikayê Donald Trump hat, ku her du alî liser rola NATO li Rojhilata Navîn rawestiyabûn.

Ligor daxuyaniya NATO, Serokê Amerikayê daxwaz ji hevpeymaniyê kiriye, ku ji bo ewleyiya herêma Rojhilata Navîn û di sere dijî teror a navdewletî de rolek çalaktir bilîze.

Herweha di Kongreya xwe ya Rojnamevanî ya liser aloziya Îran û Amerikayê de jî, Serokê Amerikayê xwestibû, ku NATO li Rojhilata Navîn zêdetir rol bilîze û çalaktir bibe.

 

 

C.B