Amerîka derbarê kirîna S-300 de hişyariyê dide Iraqê

Nûçeya guftûgoyên di navbera Iraq û Rûsya de ji bo kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-300, Amerîka nîgeran kiriye. Berpirsên Amerîka daxwaz ji Iraqê dikin, rêkeftina kirîna çekan bi Rûsyayê re nekin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçeya guftûgoyên di navbera Iraq û Rûsya de ji bo kirîna sîstema mûşekî ya Rûsî S-300, Amerîka nîgeran kiriye. Berpirsên Amerîka daxwaz ji Iraqê dikin, rêkeftina kirîna çekan bi Rûsyayê re nekin.

Piştî belavbûna nûçeya guftûgoyên Bexda û Moskoyê yên derbarê kirîna Iraqê ji sîstema mûşekî ya Rûsî S-300 re, ev nûçe ji aliyê Amerîka ve rastî nerazîbûnê hat.

Cîgirê Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Rojhilata Navîn Joey Hood ji K24ê re ragihand, Amerîka ragihandiye ku dixwaze pêwendiyên xwe bi Iraqê re bihêztir bike, ji ber wê şîretê li Bexdayê dikin, ti rêkeftinê derbarê mûşekên S-300 de bi Rûsyayê re neke.

Hood dibêje: “Şîretê li hemû hevpeymanên xwe dikin, sîstema berevaniyê ji Rûsyayê nekirin, ji ber ku ewê rastî sizayên li Kongressê biryar li ser hatiye dayîn bên. Bila pêwîstiyên xwe ji aliyekî din dabîn bikin”.

Serokê Koma Komariyan di Komîteya Karûbarên Derve di Kongressa Amerîka de Michael McCaul di wê baweriyê de ye, ev gava Iraqê dê bandoreke mezin li ser pêwendiyên Amerîka û Iraqê bike.

Michael McCaul dibêje: “Em rêzê li serxwebûna Iraqê digirin, lê ev bîroke ji aliyê mîlîşyayên Şîe yên ser bi Îranê ve hatiye. Em dizanin hevpeymaniya di navbera Rûsya û Îranê û Çîn jî ligel wan de ye, ev jî tiştekî bêzarker e. Derbarê kirîna çekên Rûsî de, helwesta me li hember Iraqê, heman helwesta me ya li hember Tirkiye û Erdogan ne”.

Li gor nerîna hejmarek ji çavdêrên siyasî li Washingtonê, hewlên vê dawiyê yên çend aliyên siyasî yê Iraqê ji bo derkirina hêzên Amerîkî û li hemberê jî gefên Koşka Sipî bo sepandina sizayên aborî li ser Iraqê wek bersivekê ji wê aliyan re, rewşa pêwendiyên herdu aliyan bi awayekî ji awayan aloztir kiriye, ji ber wê çavdêr dibînin, ku li şûna Bexda avê wî agirî bike, bi kirîna mûşekên S-300 agir gur dike.