NY Times: Firokeya Ukraynî bi 2 mûşekan hate xistin

Di vidyoya nû de, mikurhatina Îranê ya xistinê bi 1 mûşekê bi ne-rast tê pênase kirin. Di vidyoyê de di navbeyna 30 çirkeyan de 2 mûşek tên avêtin û dîtin…

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya NewYork Times vidyoyek nû ya xistina firokeya Ukraynî, ku Îran piştî 3 rojan lê mikur hat belav kir. Di vidyoya nû de, mikurhatina Îranê ya xistinê bi 1 mûşekê bi ne-rast tê pênase kirin. Di vidyoyê de di navbeyna 30 çirkeyan de 2 mûşek tên avêtin û dîtin…

Sûpaya Pasdaran a Îranê destnîşan kiribû, ku firokeya Ukraynî bi 1 mûşekê hat xistin. Lê di vidyoya NewYork Times de di navbeyna 30 çirkeyan de 2 mûşek hemberî firokeyê hatine avêtin.

Firokeya Ukraynî ji Tehranê ber bi Kiev a paytexta Ukrayna rê ketibû û 176 rêwî hebûn, kes ji wan rizgar nebû, her 176 rêwiyan jiyana xwe jidest da…

 

 

 

C.B