Artêşa Niştimanî ya Libyayê: Me firokeyek bêfirokevan a Tirkiye xist e xwar

Artêşa Niştimanî ya Libyayê ragihand, ku firokeyek bêfirokevan a Tirkiye ji cûre TB2 xistiye xwar

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Niştimanî ya Libyayê ragihand, ku firokeyek bêfirokevan a Tirkiye ji cure TB2 xistiye xwar.

Ligor account a twitterê ya Artêşa Niştimanî ya Libyayê hate diyarkirin: “Artêşa Niştimanî ya Libyayê (LNA) firokeyek bêfirokevan a ku navê Hukimeta Yekgirtî ya Neteweyî ya Libyayê (GNA) liser e, cûre TB2 xiste xwar. Gava ku Al a Libyayê li wê firokeyê hatiye danîn, ew nayê wateya, ku ew firokeya Libyayî ye. Ev ji firokeya Tirk re lêxistinek û navek xerab e”.

Di navbeyna Hêzên Artêşa Niştimanî ya Libyayê di bin serokatiya Xelife Hafter û Hukimeta Yekgirtî ya Neteweyî ya Libyayê (GNA) di bin serokatiya Fayez es-Serrac de şerek navxweyî birêve diçe. Tirkiye berî demekê ragihand, ku bi egera piştgirîkirina Fayez es-Serrac, dê leşkeran bişîne Libyayê. Ligor hin agahdariyan serbazên Tirk gihiştine Libyayê, herweha çekdarên Sûrî ser bi Tirkiye ve jî, bi gujmek pere diçin Libyayê û hejmara wan gihiştiye derdora 3 hezaran.

 

 

 

C.B