Li Enqerê rojên danasîna bajarên bakûrê Kurdistanê birêve diçe

Li Enqere ya paytexta Tirkiyê rojên danasîna bajarên Qers, Erdexan û Îdîr a bakûrê Kurdistanê birêve diçe. Di van rojên, ku gelek berhemên cûrbecûr û xwarinên xwemalî tên pêşandan de, qazên taybet ên Qersê jî, bo welatiyan tên nişandan.

K24- Hewlêr

Li Enqere ya paytexta Tirkiyê rojên danasîna bajarên Qers, Erdexan û Îdîr a bakûrê Kurdistanê birêve diçe. Di van rojên, ku gelek berhemên cûrbecûr û xwarinên xwemalî tên pêşandan de, qazên taybet ên Qersê jî, bo welatiyan tên nişandan.

Qazên navdar yên Qersê bo tên nîşandan, xwarinên xwemalî di qadê de tên çêkirin û gelek tehmên cuda li ser standan hatine bî cîh kirin. Qers, Erdexan û Îdîra bakûrê Kurdistanê di çarçoveya rojên danasîna bajarên Serhedê de li Enqereya paytexta Tirkiyeyê berhemên xwe dan nîşandan. Di nava van her sê bajaran de jî taybetî bajarê Qersê cîhekî berfireh di festîvalê de girtiye û bi her awayî berhemên xwe dide danasîn.

Di qadeke ku hatiye diyarkirin de jî qazên Qersa bakûrê Kurdistanê hene ku her yek ji wan hejmarek li ser wan e û bo pêşbirkekê hatine amade kirin.

Aydin Yildiz - Rêveberê Federasyona Qers Erdexan û Îdîrê- got: "Vana qazên Qersê ne. Di sala 1954an de hikumetê ev qaz îlan kirine. Qazên me govdeyên wan mezin in û dema di bin kurk 17 hêkan dikin û hêkên wan tescîl kirîne. Herwiha di cîhanê de jî qazên me hatine tescîl kirin."

Ligel hingiv, cezerî û cûreyên nan penîrên cuda cuda yên bajarên Qers, Erdexan û Îdîra bakûrê Kurdistanê hosteyek di qada rojên danasîna van bajaran de li qadê amûrên xwe danîne û xwarinên xwemalî çêdike.

Rabîa Ateş  - Hoste- got: "Em ji Qersê ne, bi şile dixinê, xaşilê çêdikin, girara kesmaşî çêdikin. Em kete lêdixinê, em helawê çêdikin ji bo em bifiroşin. Pêşî hevîr dikin, tirş dikin lêdixin. Xaşîlê bi şîr ve bi dimsê ve, bi qatix ve bi rûnê zer ve û piştre kesma jî dibirin û girara wê çêdikin."

Osman Aladag - Standa Qers, Erdexan û Îdirê

SOT - "Evan çîçalê me ne. Çîçalên me li gundan çêdikin. Ev çîçalê spîye ev jî yê şîn e. Ji eyaran derdixin. VÎ ji şîr çêdikin, şîr ji makîneyê derbas dibe, qeymaxa wê tê standin û şîr dikêlînin dikin çîçal."

Ev rojên danasîna bajarên Serhedê de ku dê sê rojan berdewam bike de gelek çalaki jî werin li dar xistin. Herwiha dê welatî bikaribin heta 26ê mehê di navbera seat 10ê sibehê û 9ê êvarê de serdana van rojên danasînê bikin.