Nwênerê serokê Rûsiya gehişte Hewlêrê
K24- Hewlêr
Mîxayîl Bogdanov, nwênerê serokê Rûsiya bo karûbarê Rojhelata Navîn û cêgirê wezîrê derve yê Rûsiya bi serdaneka dû rojî gehişte Hewlêrê.
Nûçegehandê Kurdistan24ê li Hewlêrê ragehand, biryare Begdanov pirsa helbijartina serok wezîrên Îraqê, pirsa Sûriyê û peywendîyên Herêma Kurdistanê û Rûsiya ji alîyê abûrî û weberhînanê li gel berpirsên Herêmê gengeşe bike.
Mîxayîl Begdanov ji alîyê Sefîn Dizeyî, berpirsê peywendî derve ya Herêma Kurdistan û hejmareka berpirsên hikumetê hat pêşwazî kirin.