Waşington piştevaniya berferehkirina rola NATO li Iraq û Sûriyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şanderê taybet ê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê dibêje, Waşington piştevaniya berferehkirina rola NATO li Iraq û Sûriyê dike.
Şanderê taybet ê Amerîka di Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê de James Jeffrey di daxuyaniyek rojnamevanî de ragihand, ku ew dixwazin, di paşerojê de danûstandinan derbarê hebûna hêzên serbazî ligel Iraqê bikin û got, Waşington piştevaniya berferehkirina rola NATO li Iraq û Sûriyê dike. Ev daxuyaniya Jeffrey, di demekê de ye, ku ligor raportek Ajansa France Press berpirsên Iraqê û welatên Rojava eşkere kirin e, ku Bexda dixwaze, rola hêzên NATO li Iraqê berfereh be .
C.B