Penaber ji Idlibê, ber bi Minbicê ve tên

Nûçegîhanê K24 ji Kobanî anî ziman, ku di hevdîtinên wî ligel penaberan de, rewşa ewleyiyê sedema yekem bû ye, ku koçber ber bi van deveran ve tên

K24 – Navenda Nûçeyan

Penaber ji Idlibê, ber bi Minbicê ve tên û li deverên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokrat de tên bicîh kirin.

Nûçegîhanê K24 ji Kobanî anî ziman, ku di hevdîtinên wî ligel penaberan de, rewşa ewleyiyê sedema yekem bû ye, ku koçber ber bi van deveran ve tên.

Herweha hate diyarkirin, ku dê zêdeyên koçberan li kampa Reqayê werin bicih kirin. Xelkên, ku reviyan e, zêdeyên wan ji derdora Idlibê ne û jiber topbaran û bombebaranên rejîma Sûriye cihên xwe terk kirin e. Penaberan destnîşan jî kirin e, hin kesên ku xwestine ber bi Tirkiye ve biçin rastî gulebaranên artêşa Tirkiye hatin e. Karwanê koçberên ku Nûçegîhanê K24 ligel wan axaftî, hejmara wan 700 koçber bûn e. Û ev grûpa 3em e ku derbasî vê devera di bin kontrola HSD de dibin.