Almanya: Dorpêça hinartina çekan bo Libya, tê binpê kirin

Peyvdarê Hukimeta Almanya Steffen Seibert, dilgiraniyên welatê xwe liser binpêkirina dorpêça hinartina çekan ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Almanya liser binpêkirina dorpêça hinartina çekan bo Libya, dilgiraniyên xwe anîn ziman. Di 19ê Çile de li Berlin a paytexta Almanya Konferansek çareseriya Krîza Libya lidar ketibû û encamnameyek 55 xalî hatbibû ragihandin, ku welatên beşdar liser rêkeftibûn.

Peyvdarê Hukimeta Almanya Steffen Seibert, dilgiraniyên welatê xwe liser binpêkirina dorpêça hinartina çekan ragihand.

Berî niha jî, Fransa destnîşan kiribû, ku Tirkiye pabendbûnên xwe liser encamname û rêkeftina Berlinê bicîh neaniye.

Seibert herweha diyarkir, ku li Konferansa Berlinê welatên beşdar peyama pabnedbûna xwe encamnameya ragihandibûn, lê diyar e hin welat dorpêçan binpê dikin. Daxwaz kir, welatên encamname vajo kirin e, pabendî sozên xwe bin.

 

 

C.B