Artêşa Sûriyê nêzîk e, bajarokê Seraqib kontrol bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Şerê başûrê rojhilatê Idlibê berdewam e. Artêşa Sûriyê nêzîk e, ku bajarokê Seraqib kontrol bike.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovî belav kiriye, şer û pevçûnên dijwar di navbeyna artêşa Sûriyê, bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê û çekdarên Opozisyona Sûriyê li nêzîkî bajarokê Seraqib berdewam e û gelek nema ye ew bajarok jî, bikeve bin kontrola artêşa Sûriyê de.
Ligor hatiye belavkirin, tenê di 6 rojên derbasbûyî de ji encama wî şerî 205 serbazên Hikumeta Sûriyê û 220 çekdarên Opozisyonê hatine kuştin, bi dehan jî brîndarbûn e
C.B