Zara Salih: Brexit dikare encamên aloz ji Brîtanya re bîn e pêş

Şirovekarê siyasî Zara Salih ji K24 re diyarkir, ku gelek Brîtanî pêşwazî li vê biryarê digrin, heta wekî “Roja Serxwebûnê” binav dikin...

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Brîtanya bi awayek fermî ji Yekîtiya Ewrûpa (YE) cuda bû, lê bi awayek yasayî heta dawiya salê ku rêkeftinên bi YE re derbas dibin, dê dinav Yekîtiyê de bimîn e.

Şirovekarê siyasî Zara Salih ji K24 re diyarkir, ku gelek Brîtanî pêşwazî li vê biryarê digrin, heta wekî “Roja Serxwebûnê” binav dikin, ku Brîtanya 47 salan endamê Yekîtiya Ewrûpa bû û ligor wan Brîtaniyan biryarên wê ne didest de bûn.

Ligor Zara Salih, bi ser wê yekê de, Brexit dikare proseyek neyênî di aborî û rewşa siyasî ya Brîtanya de jî peyda bike. Salih sedemên vê yekê weha dibîn e, ku di rewşa aborî de firotina Brîtanya heta nîvî ji welatên endamên Yekîtiya Ewrûpa re ye, lê piştî derketina Brîtanya ji Yekîtiyê dikare bacên giran bi ser London bên sepandin. Ji aliyek din ve, gelek şirketên mezin ên global dikarin ji Brîtanya derkevin. Sistema Banka, ku yek ji bihêztirîn sekterên aborî yên Brîtanya ye, dikare derbeyek giran ji derketina Yekîtiya Ewrûpa bixwe.

Herweha di rewşa Brîataniyên, ku welatên endam ên Yekîtiya Ewrûpa dijîn de, dikarin hin proseyên aloz werin pêş.

Ligora Zara Salih, yek ji metirsîdartirîn encamên Brexit, dikare hilweşandina yekîtiya Brîtanya be. Ji niha ve Skotlanda daxwaza pêkanîna referendum serxwebûnê dike. Di vê pêvajoyê de Skotlanda her di warê navxweyî, hem di warê navneteweyî de jî, piştgiriyê dibîn e.