Çawuşoglu: Şandek ji Rûsyayê liser bûyerên Idlibê tê Enqere
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu ragihand, şandek ji Rûsyayê derbarê bûyerên vê dawiyê yên li Idlibê dê seredana Enqereyê bike.
Mewlud Çawuşoglu, Wezîrê derve yê Tirkiyê ragihand, ew pêşbînî dikin, ku Rûsya êrîşên artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê rawestîn e.
Bi gotina wî, derbarê bûyerên vê dawiyê li Idlibê şandek Rûsî dê seredana Enqereyê bike û ger pêwîst kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî seredana şand a Rûsî ji bo Tirkiyê, dê bicivin.
C.B