Kremlinê jî bersiva Erdogan da

Peskov: Aliyê Tirk soz dabû, ku rêxistinên terorê yên ku bi giranî xwe li Idlibê bicîh kirin e, bêbandor bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Kremlînê Dmitriy Peskov liser aloziya Idlibê û axaftinên Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan di Parlementoya Tirkiye de, diyarkir: “Kremlin pabendî berpirsiyarî û erkên xwe yên Rêkeftina Soçî ye. Lê, aliyê Tirk jî soz dabû, ku rêxistinên terorê yên ku bi giranî xwe li Idlibê bicîh kirin e, bêbandor bike. Aliyê Rûsyayê bi dilgiranî tine ziman, ku ev rêxistin ji Idlibê ve êrîşan tîn in ser Artêşa Sûriye û binkeyên serbazî yên Rûsyayê”.

Peskov herweha destnîşankir, ku: “Rewşa li Idlibê ne cihê pejirandinê ye û ligel Rêkeftina Soçî ya ser Idlibê nagunc e. Serok Putin ligel Serokomarê Tirkiye girêdayî vê babetê axaftin. Rewşa herêmê metirsîdar e û cihê dilgiraniyê ye. Hate diyarkirin, ku nûnerên her du welatan liser mijarê danûstandinên xwe berferehtir bikin”.

Îro, di Parlementoya Tirkiye de Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan gotibû, ku: “hemberî her êrîşek dijî serbazên me, ji derveyî rêkeftina Soçî jî, em dê li her derê li rejîma Sûriye bixin. Herweha dixwazim diyar bikim, Artêşa Sûriye û Rûsya li Idlibê  êrîşan hemberî sivîan pêktîn in, ne li dij terorîstan”/ Wezareta derve ya Rûsya jî, bersiva Erdogan da bû.

 

 

C.B