Zaxarova liser NATO, bala Tirkiye kişand

Ligor Zaxarova: “Li welatek, ku hûn nehatine vexwendin, dikarin êrîş werin ser we”. Herweha Tirkiye bi ne-pabendbûn a rêkeftinan tawanbar kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova di konferansa xwe ya heftane ya rojnamevanî de diyarkir, ku: “Beriya Tirkiye alîkariyê ji NATO bixwaze divê du caran bifikire”.

Ligor Zaxarova: “Li welatek, ku hûn nehatine vexwendin, dikarin êrîş werin ser we”. Herweha Tirkiye bi ne-pabendbûn a rêkeftinan tawanbar kir.

Zaxarova got, ku: “Tirkiye li Idlibê erkên xwe bicîh neanîn. Pabendî wan rêkeftinan nebû yên, ku vajo kiriye.

Di konferansa xwe ya rojnamevanî de Peyvdara Wezareta derve ya Rûsyayê herweha anî ziman, ku di demek nêzîk de şandek Tirkiye ji bo danûstandinan liser Krîza Idlibê seredana Moskow dike û ligel aliyên pêwendîdar dicive.

 

 

 

C.B