Ji ber giranbûna nirxê caxareyan welatî dest jê berdidin

Yek ji hêmanên ku bo tendirustiya civakê gefek mezin e cixare ye, ku piştî mirov dest bi cixarê dikin, bi hêsanî nikarin dev jê berdin. Bi taybetî jî, piştî ku bihayê cixareyê ji ber bacan bilind bû, kesên rewşa wan a darayî ne baş be, dixwazin cixareyê berdin û bo vê yeke jî, bazarek nû derketiye holê, ku bi teknolojiya pêşketî, cihazên nû tên bikaranîn.

K24- Amed

Yek ji hêmanên ku bo tendirustiya civakê gefek mezin e cixare ye, ku piştî mirov dest bi cixarê dikin, bi hêsanî nikarin dev jê berdin. Bi taybetî jî, piştî ku bihayê cixareyê ji ber bacan bilind bû, kesên rewşa wan a darayî ne baş be, dixwazin cixareyê berdin û bo vê yeke jî, bazarek nû derketiye holê, ku bi teknolojiya pêşketî, cihazên nû tên bikaranîn.

Li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê ya cîhanî di cîhanê de 1 milyar û 100 milyon kes cixareyê bi kar tînin û %80yê van kesan di welatên ku dahata wan nebaş de dijîn. Bi teybetî jî ji ber bacên cixareyê bilind dibin bihayê cixarê jî bilind dibe û kesên dahata wan kêm jî êdî nikarin cixareyê bikêşin û dixwazin devjê berdin. Bo vê yekê jî bi teybetî bazarek nû peyda bû ye ku bi cihazên teknolojiya dawîn têkiliya mirovan ji cixareyê tê birrîn. Pispora Berdana Cixareyê Hîra Dalmiş dibêje cihaz nîkotînê ji laşe mirovan diavêje û wisa dike ku cixare çavê wan de reş bibe.

Hîra Dalmiş-Pispora Berdana Cixareyê- dibêje:"Kesên ku dixwazin dev ji cixareyê berdin 45 xulekan di cihazê de dimînin. Cihaz bi rêya frekansan cixare li ber çavê wan reş dibe. Di nava 48 demjimêran de nîkotîn û maddeyên zirarê didin ji laş tên avêtin. Paşê jî nexweş dev ji cixareyê berdide."

Piştî ku baca ji cixareyê tê wergirtin derket %67ê jî bihayê cixareyê bilind bû û bi teybetî jî kesên ku rewşa wan a dahatê têr nake jî êdî serî li rêbazên cuda yên berdana cixareyê didin. Necdet Okumuş jî yek ji wan kesane ku demeke dirêj e cixareyê dikêşe û êdî wî biryar daye dev ji cixareyê berde.

Necdet Okûmûş- Welatî- got:"Kêşana cixareyê, êdî zirar dida laşe min, bêhna min teng dibu, nefesa min diçikiya, min xwest êdî dev ji cixareyê berdim.  Ji xwe bihayê cixarê jî gelek zêde bû ye rewşa min jî nebaşe ku her rj ez cixareyê bikirim."

Rêxistina Tendirustiyê Cîhanî dide zanîn ku ji ber kêşana cixareyê her sal 7 milyon kes jiyana xwe ji dest didin û pirraniya wan jî di welatên paşmayî de dijîn û her çiqas di salên dawîn de cixare lig elek deverên civakî hatibe qedexekirin jî pêşî lê nikare were girtin ku bo vê yekê jî êdî cihazên pêşketî tên bikaranîn.