Kurdistan û Hollanda hevnerîn in, ku pêwendiyan bihêztir bikin

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Holenda Mark Rûte re civiya

K24 – Navenda Nûçeyan

Di çarçoveya 2yem roja Konferansa asayişê ya Munchenê de, Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê ligel Serokwezîrê Holenda Mark Rûte re civiya.

Di civînê de, pirsa berferehkirina pêwendiyên di navbeyna herêma Kurdistanê û Holenda de, herweha hevkariya Holenda ji bo hêzên Pêşmerge di şerê dijî terorê de, hatin gotûbêj kirin. Piştî civînê Mark Rûte  ragihand, ku pêwendiyên wan ên bihêz ligel herêma Kurdistanê hene û giringiyek zêde bi Hewlêrê didin.

Di beramber de, Mesrûr Barzanî ragihand, ku ew dixwazin, pêwendiyên xwe ligel Holenda di hemû waran de pêş bixin.

Serokwezîrê herêma Kurdistanê her îşev dê ligel Wezîrê derve yê Fransa û Wezîrê Bergirî yê Kanada re jî bicive.

 

 

C.B