Gotina Straneke Kurdî serdanpê rojeva Tirkiyê guherand

Di pêşbaziya dengan ya bi navê "O Ses Turkiye" de pêşbazekî xwest bi Kurdî bistre. Lê awayê destûr xwestina wî li tevahiya Tirkiyê bu cihê nîqaşê. Ji siyasetmedarên Kurd heta bi welatiyên Kurd û Tirk di peyamên xwe de dan zanîn ev yek şerme bo Tirkiyê, bo gotina straneke Kurdî pêwîst nake destûr bê xwestin.

K24- Stenbol

Di pêşbaziya dengan ya bi navê "O Ses Turkiye" de pêşbazekî xwest bi Kurdî bistre. Lê awayê destûr xwestina wî li tevahiya Tirkiyê bu cihê nîqaşê. Ji siyasetmedarên Kurd heta bi welatiyên Kurd û Tirk di peyamên xwe de dan zanîn ev yek şerme bo Tirkiyê, bo gotina straneke Kurdî pêwîst nake destûr bê xwestin.

Di televizyoneke Tirkiyê de di bernameya pêşbaziya dengan ya bi navê "O Ses Turkiye" yanî "Ew Dengê Tirkiyê" de pêşbazekî ku di heman demê de Kurd e û ji bajarê Mêrdînê ye, piştî mafê berdewambûnê ya di pêşbirkê de ji dest da, xwest bi straneke Kurdî dilê diya xwe xweş bike ku yek levzê bi Tirkî nizane. Lê awayê destûr xwestina wî ya ji bo straneke 20 çirkeyî ya bi Kurdî ku bi tirs û şermokî daxwaz kir, di raya giştî de bû cihê nîqaşê. Me jî li ser vê babetê li kolanên Stenbolê mîkrofona xwe dirêjî hem siyastemedarên Kurd û hem jî welatiyên Tirk û Kurd kir. Siyasetmedarê Kurd Ferhat Encû dibêje; em jî xwediyê vî welatîne û divê karibin bi zimanê xwe di her platformê de stranên xwe bejin.

Ferhat Encû - Siyasetmedarê Kurd -  dibêje:"Yanî Straneke wek Lorî Lorî, straneke ji bo zarok rakevin dibêjin. Dayikên me dibêjin. Di guhê me de her tim hate gotin ev stran. Bikarneaniya wê û sed caran destûr xwestin şerm e û şerma her kesayetekî Kurde jî. Ev ziman ne kirine zimanê serdest ne kirine zimanê fermî şerma me hemû Kurdan e. Ji bo vê şermê divê em tekoşîneke wisa bidin ku zimanê xwe di her platformê de bikarbînin."

Welatiyên Kurd yê bi navê Îslam Utanc ku ji bajarê Êlihê ye û li kolanên Stenbolê em lê rast hatin jî dibêje; hewcê nedikir ku pêşbazê bi navê Hayri Kasaç ji bo gotina straneke Kurdî desûrê bixwaze. Çima herkes dikare bi zimanê xwe bêje lê Kurd nikarin? Mafê heri rewa yê Kurdan e ku bi zimanê xwe biaxivin û bibêjin.

Îslam Utanc - Welatiyê Kurd- got:"Şaş bû diviya bû destûr nexwesta û bi carekê bigota. Carekê bêje bes e. Çima herkes dikare bi Îngilîz bêje, Fransî bêje yan jî Arebî bêje çima nikare bi Kurdî bêje? Bi tirs bû ew jî, bê wê ka bihêlin nahêlin wan jî ji mecbûrî hişt bi min. Yan na ew jî nedihiştin."

Welatiyê Tirk Erdogan Makîne jî ku ji bajarê Yozgatê yek ji bajarê herî neteweperset yê Tirkiyê ye jî diyar dike; Tû cûdatî divê nîn be di nava Kurd û Tirkan de. Kurd jî bi serbilindî divê karibin di bernameyên wisa de bi zimanê xwe stranan bêjin bi awayekî azad.

Erdogan Makîne - Welatiyê Tirk ji bajarê Yozgatê- got:"Hîç hewcê nake Kurd ji bo gotina straneke Kurdî destûrî bixwazin. Bi azadî divê karibe bi zimanê xwe stranan bêje û divê em hemû jî pê serbilind bin. Ez ji bajrê Yozgatê me cihekî neteweperset e, lê ev sed sal in kêşeyeke me çênebûye. Di televizyonan de divê Kurd karibin bi rehetî stranan bêjin. Kurd jî li vî welatî bacê didin, leşkeriya xwe dikin. Bila ew bêjin di serî de ezê parastina wan bikim."

Gelek caran ji ber ku di bernameya "O Ses Turkiye" de bi zimanê Kurdî destûr nehatiye dayîn ku stran bêne gotin, rexne lê hatibûn girtin. Lê piştî Hayri Kasaç ku loriyek bi Kurdî xwend di bernameyê de, careke din zimanê Kurdî û qedexeyên li serê, bû sermijara rojeva Tirkiyê ku

20 milyon Kurd li vî welatî dijîn û hê jî nikarin bi zimanê xwe bi awayekî serbest û azad çand û kelepora xwe bijîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/4f8170e5-a611-45b4-9233-062dd52bc141/021720FER.ism/manifest