Eyvsiyev: Liser Idlibê, Tirkiye rastiyan ji raya xwe ya giştî re nabêje!

Vladimir Eyvsiyev ji K24 re anî ziman, ku: “Artêşa Tirkiye li derdora Idlibê nikare şerê artêşa Sûriye û herweha Hêzên Rûsyayê bike...

K24 – Navenda Nûçeyan

Pisporê serbazî Vladimir Eyvsiyev, rewşa li Idlibê gelek metirsîdar binav kir û destnîşankir, ku rewşa xalên çavdêriyê û serbazên Tirkiye jî, li deverê di bin metirsiyê de ye.

Vladimir Eyvsiyev ji K24 re anî ziman, ku: “Artêşa Tirkiye li derdora Idlibê nikare şerê artêşa Sûriye û herweha Hêzên Rûsyayê bike. Tirkiye navxweyî derbarê çalakiyên xwe gelek propaganda dike.Lê, di rastiyê de ye Tirkiye amade ye paşve gav bavêje. Jiber ku Amerika bi xwe piştgiriyê nade Tirkiye. Niha Tirkiye li derfetekê digere, ku gav bi paş ve bavêje. Di rastiyê de, divê Tirkiye ligel Rûsya hevahengiya serbazî bike û ev baştirîn bijarde ye”.

Liser xalên çavdêrî yên Tirkiye li derdora Idlib û daxûyaniya Tirkiye, ku xalên wan dê li Idlibê bimîn in, Eyvsiyev got, ku: “Tirkiye weha dibêje, lê hemû xalên wan di bin dorpêşa artêşa Sûriye de ne. Tirkiye niha di amadekariyan de ye, wan xalan vekşîne cihên din.  Di rastiyê de, kêşeya Tirkiye ya sereke ne Idlib e, Heseke ye. Dijberiya Kurd e.

Daxuyaniyên Tirkiye, di bingeha xwe de jib o raya giştî ya navxweyî ne. Tirkiye propaganda dike.  Çawa Tirkiye dikare şer bike, gava kontrola asîmanî bi tevayî di destê Sûriye û Rûsya de ye? Çawa Tirkiye dikare şer bike? Jiber vê yekê, Rûsya dikare kûşeyên mezin ji artêşa Tirkiye re li Idlibê durist bike! Lê, heta niha Rûsya nexwestiye vî karî bike! Bi rastî bes e, ku Tirkiye û Erdogan tenê propagandayê dikin! Divê werin ser rewşa rastiyê û vê derfetê bikar bîn e, ku Rûsya da ye û vekişe! Tirkiye jî, sozên ku di rêkeftinan de dayî bicîh bîn ”e.