Serokwezîr: DAIŞ pirsgîrêka tevayiya cîhanê ye

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyarkir, ku rêxistina terorê DAIŞ pirsgîrêka tevayiya cîhanê ye

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyarkir, ku rêxistina terorê DAIŞ pirsgîrêka tevayiya cîhanê ye.

Di çarçoveya seredana xwe ya bo Italyayê Serokwezîrê herêma Kurdistanê hevpeyvînek ligel kanala telewizyonî ya Italî RAI pêkanî û got: “Em spasiya Hêzên Italyayê, yên ku jib o alîkariya Hêzên Pêşmerge li Kurdistanê ne, dikin. Spasiya hevpeymanên me yên Italyayî û hukimeta Italyayê, herweha Papa dikim, ku piştgiriya herêma Kurdistanê dikin”.

Mesrûr Barzanî anî ziman, ku: “DAIŞ pirsgîrêka me hemûyan e û ev pirsgirêk hîn jî nehatiye çareser kirin. Ji hevpeymanên xwe dixwazin piştgiriya me bikin, rahênan a Pêşmerge bidomîn in. DAIŞ şkestiye, lê bidawî nehatiye”.

Liser penaberên li herma Kurdistanê, Serokwezîrê Kurdistanê diyarkir: “Derdora 1 milyon û 100 hezar penaber li herêma Kurdistanê pena dîtin e. Dinav wan penaberan de Êzdî û Kristiyan jî hene, ku ji deverên cuda yên Iraqê hatin e. Em hêzîdar in, di dema guncaw de, bi selametî û ewle bikaribin vegerin cîh û warên xwe”.

Liser pêwendiyên aborî û bazirganî ligel Italyayê, Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Derfetên mezin ên weberhênanê li herêma Kurdistanê hene û gelek şirketên enerjiyê li Kurdistanê kar dikin. Şirketên Itlyayê, dikarin li tevayiya herêma Kurdistanê kar bikin”.

 

 

C.B