Rapbêj: Zimanê Kurdî ji bo Rapê gelekî guncaw e

Rapbêj dixwazin zimanê Kurdî di vê cûreyê mûzîkê de bipêş bixin.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Koma karapbêjên Kurd ev çend sal in li Stenbolê bi Kurdî konserên rap ê didin. Rapbêjên vê komê radgihînin ev çend sal in ew li ser navê  Şeva Rap a Kurdî konseran didin û daxwaza wan ewe ku vê cûre mûzîkê di nav Kurdî de geştir bikin.Ev rapbêj herwiha diyar dikin van salên dawiyê de eleqeyek baş ji bo  rap a Kurdî çêbûye û yek ji armanca wan ewe ku bi rêya van  konseran Kurdan li hev kom bikin bibin.

Li Bakurê Kurdistanê ligel astengî û zehmetiyên li ser çand û zimanê Kurdî, sitranbêjên Kurd di her warên sitranbêjiyê de karê xwe berdewam dikin. Van salên dawiyê taybetî di warê Rap a Kurdî de jî pêşketinek xwe aşkere dike. Wek ciwanên gelek welatan gelek ciwanên Kurd jî êdî berê xwe didin vê cûre mûzîkê. Herwiha komeka ciwanên Kurd ev çend salin li Stenbolê şeva rapa Kurdî ya bi navê ''Kurdish Rap Night'' jî li dardixin. Xem yek ji van Rapbêjên Kurd e ku heta niha wî û çend Rapbêjên Kurd bi hev re li çendîn cihan konser lidar xistine. Xem radgihîne dema ku wan nû dest bi konserên Rapê kirin hinek gumanên wan çêbûne lê wan bi demê re dîtin ku ji nivîskar û hunermendên Kurd bigirin heta kesên biyanî eleqeyek baş ji bo Rapa Kurdî nişan didinû vê jî ew han dane ku li ser vê mûzîkê zêdetir bixebitin.

Rapbêj Xem ji K24ê re got: "Dema me hewl da em vî tiştî bikin em ketin gumanê û me digot gelo kes dê bên yan jî eleqe dê çawe be. Lê piştî me çêkir me dît ya yekem başbû, ya duyêm hê baştir bû û ya sêyêm ji yên din jî baştir bû. Yanî her diçû zêdetir kes dihatin konserên me piştgirî didan me. Niha em dikarin berfirehî bi şexsî jî karê xwe yê taybet çêbikin. Reaksîyonên ji bo me gelekî erênî û başbûn. Êdî ne tenê guhdarên Rapê tên konserê me, nivîskar tên, şanoger tên, hunermend bi xwe jî tên herwiha kesên biyanî jî tên ji wî alî ve em kêfxweş dibin."

Yek ji rapbêjê Kurd Reqso yê ku di nav koma Kurdish Rap Night ê de konsertan dide diyar dike, ew bi rêya Rapê hemû sêrpêhatî û tiştên di dilê xwe de dide der û daxwaza wî jî ew e ku Rapê bi şêwazeke Kurdî bihûne û dilê guhdaran xweş bike.

Rapbêj Reqso dibêje: "Ya rastî civata me ya Kurdan ji vê çandê dûr e.Ji ber wê em dixwazim vê çandê bi çanda xwe re bihûnin û pêşkêşî gelê xwe bikin.Ji bo me jî wek jiyanekê ye û ez tê de dijîm, her mirov bi rêya tiştekî kul û derd e xwe didin nîşandan. Ez jî serpêhatiyên xwe yên jiyanê bi rêya Rap ê didim der."

Rapbêjên Kurd Reqso û Xem amaje dikin zimanê Kurdî ji bo Rapê zimanekî gelekî guncaw e û ew dixwazin zimanê Kurdî di vê cûreyê mûzîkê de pêş bixin. Ev herdu Rapbêj herwiha diyar dikin yek ji armanca wan ew e ku bi rêya şêvên Rap a Kurdî, Kurdan li hev kom bikin û eger derfet çêbibin li hemû parçeyên Kurdistanê konsertan lidar bixin.