Ciwanên Kurd berê xwe didin mûzîka rapê

Komek raperên Kurd ev çend sal in li Stenbolê bi Kurdî konsêrtên rapê encam didin. Raperên vê komê radighînin, ev çend sal in, ew liser navê Şeva Rap a Kurdî konsêrtan encam didin û daxwaza wan ew e, ku vê cûreyê, di nav muzîka Kurdî de geştir bikin.

K24-Stanbol

Komek raperên  Kurd ev çend sal in li Stenbolê bi Kurdî konsêrtên rapê encam didin. Raperên  vê komê radighînin, ev çend sal in, ew liser navê  Şeva Rap a Kurdî konsêrtan encam didin û daxwaza wan ew e, ku vê cûreyê, di nav muzîka Kurdî de geştir bikin.

Li Bakurê Kurdistanê ligel astengî û zehmetiyên li ser çand û zimanê Kurdî,sitranbêjên Kurd di her warên sitranbêjiyê de karê xwe berdewam dikin.Van salên dawiyê taybetî di warê Rap a Kurdî de jî pêşketinek xwe aşkere dike. Wek ciwanên gelek welatan gelek ciwanên Kurd jî êdî berê xwe didin vê cûre mûzîkê.Herwiha komeka ciwanên Kurd ev çend salin li Stenbolê şeva rapa Kurdî ya binavê ''Kurdish Rap Night'' jî li dardixin.Xem yek ji van Rapbêjên Kurde ku heta niha wî û çend Rapbêjên Kurd bihevre li çendîn cihan konser lidarxistine.Xem radgihîne dema ku wan nû dest bi konserên Rapê kirin hinek gumanên wan çêbûne lê wan bi demê re dîtin kuji nivîskar û hunermendên Kurd bigirin heta kesên biyanî eleqeyek baş ji bo Rapa Kurdî nişan didinû vê jî ew handan e ku li ser vê mûzîkêzêdetir bixebitin.

Xem –Rapbêj- dibêje:"Dema me hewl da em vî tiştî bikin em ketin gumanê û me digot gelo kes dê bên yan jî eleqe dê çawe be.Lê piştî me çêkir me dît ya yekem başbû,ya duyêm hê baştir bû û ya sêyêm ji yên din jî baştir bû.Yanî her diçû zêdetir kes dihatin konserên me piştgirî didan me.Niha em dikarin berfirehî bi şexsî jî karê xwe yê taybet çêbikin.Reaksîyonên ji bo me gelekî erênî û başbûn.Êdî ne tenê guhdarên Rapê tên konserê me,nivîskar tên,şanoger tên,hunermend bi xwe jî tên herwiha kesên biyanî jî tên ji wî alî ve em kêfxweş dibin."

Yek ji rapbêjê Kurd Reqso yê ku dinav koma Kurdish rap Night ê de konsertan dide diyardike ew bi rêya Rapê hemû sêrpêhatî û tiştên di dilê xwe de dide der û daxwaza wî jî ewe ku Rapê bi şêwazeke Kurdî bihone û dilê guhdaran xweş bike.

Reqso-Rapbêj- got:"Ya rastî civata me ya Kurdan ji vê çandê dûr e.Ji ber wê em dixwazim vê çandê bi çanda xwe re bihonin û pêşkêşî gele xwe bikin.Ji bo me jî wek jiyanekê ye û ez têde dijîm, her mirov bi rêya tiştekî kul û derde xwe didin nîşandan.Ez jî serpêhatiyên xwe yên jiyanê bi rêya Rap ê didim der."

Rapbêjên Kurd Reqso û Xem amaje dikin zimanê Kurdî ji boRapê zimanekî gelekî guncaw e û ew dixwazin zimanê Kurdî di vê cûreyê mûzîkê de pêşbixin. Ev herdu Rapbêj herwiha diyar dikin yek ji armanca wan ewe ku bi rêya şêvên Rap a Kurdî,Kurdan li hev kom bikin û eger derfet çêbibin li hemû parçeyên Kurdistanê konsertanlidarbixin.