Rûsya: Li Idlibê û di şerê terorîstan de piştgirê Şamê ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Desthilata Moskow piştgiriya xwe ji bo rejîma Sûriye carek din dubare kir.
Cîgirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Vershinin destnîşankir, ku di şerê terorîstan de li bakur – rojavayê Sûriye li devera Idlibê piştgiryê didin rejîma Sûriye.
Di hevpeyvîna xwe ligel Ajansa fermî ya Rûsyayê TASS de Cîgirê Wezîrê Dervê yê Rûsyayê diyarkir, ku Rûsya dixwaze aloziya Idlibê ligel Tirkiye bi rêya diyalogê çareser bike, lê hurgiliyên van pêngavan eşkere nekirin.
Ji aliyek din ve, ji deverê tê ragihandin, ku şerê li derdora Idlibê berdewam e.
C.B