Hunermendê Kurd Seîd Yûsif koça dawiyê kir

Hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yûsif ji ber nexweşiyê îro di 73 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawiyê kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hunermendê Kurd ê navdar Seîd Yûsif ji ber nexweşiyê îro di 73 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Stenbolê koça dawiyê kir.

Mîrê Bizqê hunermend Seîd Yûsif li bajarê Qamişlo sala 1947an jidayik bû. Di sala 1973an bi herdu hunermendan Mihemed Şêxo û Mehmûd Ezîz Şakir koma Newroz li Beyrûtê damezirand.

Mîrê Bizqê Seîd Yûsf xwedî dîrokeke dewlemed a hunerî ye û wek kesê yekem tê hejmaretin ku amûreya bizqê derbasî herêma Cizîrê kiriye.

Seîd Yûsid di dirêjahiya dîroka xwe ya hunerî de gelek xelat û nîşan ji dezgeh û welatên cuda ên cîhanê wergirtine.

Seîd Yûsf navê Mîrê Bizqê ji biziqjenê Sûrî yê navdar Mihemed Ebdulkerîm wergirtibû.

 

 

S. B