Birader li Stenbolê konserek lidarxist

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Brader li Stenbolê yekemîn car konserek da. Di Konserê de Kurdên Stenbolê kêfxweşiya xwe anîn ziman û dîyar kirin, li Stenbolê çalakiyên wiha gelekî kêm in, lewma pêwîst e ev çalaki bên zêdekirin. Hozan Brader jî diyar kir, ji bo wî kêfxweşiyek mezin e, ew bi rêya konserekê tê pêşberî Kurdên Stenbolê.

K24- Stenbol

Hunermendê navdar ê Kurd Hozan Brader li Stenbolê yekemîn car konserek da. Di Konserê de Kurdên Stenbolê kêfxweşiya xwe anîn ziman û dîyar kirin, li Stenbolê çalakiyên wiha gelekî kêm in, lewma pêwîst e ev çalaki bên zêdekirin. Hozan Brader jî diyar kir, ji bo wî kêfxweşiyek mezin e, ew bi rêya konserekê tê pêşberî Kurdên Stenbolê.

Hunermendê navdar yê Kurd Hozan Brader bi eleqeyeke mezin ya Kurdan li stenbolê yekemîn konsera xwe da.Hozan Brader radigihîne ji bo wî heyecaneke mezin e ew cara pêşîyê tê pêşberî Kurdên Stenbolê û dema ku ew eleqeya ji bo muzîka Kurdî dibîne hêvîyên wî ji bo pêşerojê geştir dibe.Hozan Brader herwiha diyar jî dike ji bo parastin û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî mûzîkê herdem roleke mezin girtiye ser xwe û ew jî wek xizmetkarê mûzîka Kurdî dixwaze hem dilê guhdaran xweş bike û hem jî alîkarê pêşvebirina çanda welatê xwe be.

Brader-Hunermend- got:''Bi taybet ji bo me Kurdan bandora mûzîkê û keda mûzîkê gelek e,mesela dengbêjîyê dîroka me zimanê me parastiye û jiyana me civakî parastiye .Di salên 70 de jî bi sitran û tembûr me alîkariya şîyarbûna millete Kurd kiriye.Muzîk wekî xwîna di laşê mirovande ye.Çawe bê xwîn, bê av û bê nan jiyan nebe bê mûzîk jî nabe.Helwesta te ,sekna te,jiya te,hestên tê nişan dide ew hestên te jî muzîkê tên mizdan yanî tên xwedî kirin.

Kurdên stenbolê jî ji pêkanîna konsera hunermendê Kurd kêfxweşîya xwe anîn ziman û diyar kirin li stenbolê ev çalakiyên wiha gelekî kêm in ji ber wê pêwîste Kurd xwedî li hunermendên xwe derkevin da ku konser û çalakiyên Kurdî zêdetir bibin.

Welatî, got:''Tiştek baş e ji me re em guh bidinê.Em dixwazin sitranbêjên wek wî her hebîn yên baştir jî bike nesîbê me Kurdan û zarokên me jî bên guh bidin ,miletê me bên guh bidinê .em elîmin tiştên holê .Em ne mlîmîne van tiştan li stenbolê tiştek gelek nînin . hebin jî ka salê carekê çêdibin.

Welatî, got:-Em gelekî kêfxweşîn em televîzyonên Kurdan li stenbolê dibînin.Xêrhatina Brader jî dikim . Me ji zû ve ev tişt jî bîr kirîbûn em hêvîdarin ev yekemîn û dewama wê jî bê.

Welatî, got:-''Hozan Brader hatiye vêderê ez gelek şad bûm.ez gelek jê hez dikim ,hozaneke pir mezin e. Ez ji Fransayê hatime.

Li gel vê konsera yekemîn ya hozan Brader li stenbolê Kurdên li vî bajarî dijîn jî kêfxweşiya tînin ziman. Hozan Brader jî dide zanîn ji bo wî kêfxweşiyeke mezine ew li bajarek wek stenbolê hatî pêşberî gelê xwe û wî plan heye van heyvên pêşîya me de albûmek nû derxîne.