Yunanistanê sînorên xwe ber bi penberan ve girt!
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî êrîşa hemberî artêşa Tirkiye li bajarê Idlibê li Sûriye, Tirkiye wekî bersivek eşkere kir, ku sînorên xwe ber bi Ewrûpa ve vedike û penaber dikarin ji sînorên Tirkiye ber bi Ewrûpa ve birevin.
Piştî vê biryara Tirkiye, bi hezaran penaber bi otobusan, bi taksiyan û bi rê ve, xwe gihandin deriyê sînorî yê Edirne ber bi Bulgaristan û Yunanistanê ve.
Wezîrê bergirî yê Bulgaristanê ragihand, ku ev rê nadin penaber bi awayek ne-yasayî derbasî nav xaka wan bibin.
Herweha Yunanistan jî, rê nade penaber derbasî nav xaka wê bibin.
C.B