Vayrosa Korona civînên Parlementoya Îranê rawestand

Peyvdarê Parlemntoya Îranê Esedullah Abbasî diyarkir ku, ji bo rêgiriya belavbûna Vayrosa Korona (Covid – 19) civînên Parlementoyê hatine rawestandin

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlementoya Komara Islamî ya Îranê, ji bo rêgiriya belavbûna Vayrosa Korona civînên xwe yên Parlementoyê rawestand.

Peyvdarê Parlemntoya Îranê Esedullah Abbasî diyarkir ku, ji bo rêgiriya belavbûna Vayrosa Korona (Covid – 19) civînên Parlementoyê hatine rawestandin.

Îro hatibû ragihandin, ku 4 parlementerên din Komara Islamî tûşî Vayrosa Korona bûn e.

Li Îranê hejmara kesên bi egera Vayrosê jiyana xwe jidest dan e gihişt 34an û tûşbûyên Vayrosê jî, gihişt 388an.

Li Îranê dinav kesên tûşbûyên Vayrosa Korona de, Cîgira Serokomar Masûme Ibtîkar, Cîgirê Wezîrê Tendirustiyê Ireç Herîrçî û 6 Parlementer hene.

 

 

 

C.B