Penaberek Sûriyeyî liser sînorê Yunanistanê hate kuştin

Ligor zanyariyan demj. derdora 09:00an, penaberê bi navê Ehmed liser sînorê Yunanistanê hate kuştin. Tê gotin, guman ji polisê Yunanistanê tê kirin, ku ew penaber kuştin e

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor agahdariyan penaberek Sûriyeyî bi navê Ehmed, liser sînorê Tirkiye – Yunanistanê hate  kuştin.

Ligor zanyariyan demj. derdora 09:00an, penaberê bi navê Ehmed liser sînorê Yunanistanê hate kuştin. Tê gotin, guman ji polisê Yunanistanê tê kirin, ku ew penaber kuştin e.

Piştî kuştina 34 serbazên Tirkiye li Idlibê, desthilata Tirkiye kerta penaberan bikar anî û sînor ber bi Ewrûpa ve ji penaberan re vekir. Bi dehên hezaran penaber di navbeyna sînorên Tirkiye û Yunanistanê û Bulgaristanêl asê man e. Yunanistan û Bulgaristan rê nadin, ku derbas bibin. Liser sînor jî, trajediyên mirovî tên jiyandin.

 

 

 

C.B