Rûsya: Em nikarin gerantiya ewleyiyê bidin firokeyên Tirkiyê

Wezareta bergirî ya Rûsya ragihand, ku piştî girtina saheya esmanî ya Idlibê, li vê herêmê nikarin gerantiyê bidin ewleyiya firokeyên Tirkiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta bergirî ya Rûsya ragihand, ku piştî girtina saheya esmanî ya Idlibê, li vê herêmê nikarin gerantiyê bidin ewleyiya firokeyên Tirkiye.

Ligor Sputnik a Rûsî, Navenda Lihevhatinê ya Rûsya li Sûriye, tekez kiriye, ku piştî girtina saheya esmanî ya Idlibê, li vê herêmê nikarin gerantiyê bidin ewleyiya firokeyên Tirkiye.

Serokê Navenda Lihevhatinê ya Rûsya li Sûriye Oleg Juravlyov diyar kiriye: “Hukimeta Sûriye bi egera rewşa li Idlbê, saheya esmanî ya Idlibê ji bo firokeyên Tirkiye girtiye. Rûsya nikare ewleyiya firoekyên Tirkiye li vê deverê biparêze”.

Artêşa Sûriye bi daxûyaniyekê ragihandibû, ku  “saheya esmanî ya Idlibê girtiye û her binpêkirinekê wekî armancek dijminane dibîn e û dê bên hilweşandin”.

 

 

 

C.B