Erdogan: Me Idlib û Ewrûpa gihand hevûdu!

Serokomarê Tirkiye û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan di civîna Desteya Birêvebir a Partiya xwe de diyarkir ku: “Me idlib û Ewrûpa gihand hevûdu

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiye û Serokê AK Partî Recep Tayyip Erdogan di civîna Desteya Birêvebir a Partiya xwe de diyarkir ku: “Me idlib û Ewrûpa gihand hevûdu. Destpê kirin rewşê fam bikin! Heta ku rejîma Sûriye êrîşên xwe berdewam bike, em dê deriyên ber bi Ewrûpa ve vekirî bihêlin”.

Erdogan rexne li NATO girt, ku erkên xwe beramberî Tirkiye bicîh neanî.

Ligor Serokomarê Tirkiye: “Bêyî NATO, bêyî piştgiriya NATO pêkanîna herêma ewle ne mumkin

e. Tirkiye jî, niha di wê xal a berî 100 salan de ye, ku kêmasî beramberî hate kirin”.

Erdogan herweha got, ku Tirkiye di rewşa Sûriye de – liser erdê jî, liser mêzê jî gelek bihêz e.

 

 

C.B