Îsraîlê derdora Şam û Humsê bombebaran kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Îsraîlê binkeyên artêşa Sûriyê, hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li gundewarê Şam û Humsê bombebaran kir, di encamê de kuştî û birîndar hene.
Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, şeva bûrî firokeyên Îsraîlê herî kêm 10 binkeyên artêşa Sûriyê, hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî li gundewarê Şam û Humsê bombebaran kirin.
Da zanîn, armancên li derdora Şamê hatine bombebarankirin, derdora Firqeya 4 li bajarokê Kiswê û binkeyên hêzên Îranî li nava Lîwaya 91 li başûrê Şamê, navenda Lêkolînên Zanistî û devera di navbera Cidêdit Ertûz û Sehnaya ne.
Herwiha binkeyên Hizbulaha Libnanî li girên her du gundan Qare û Filêta hatin bombebarankirin û komgehên çekan hatin teqandin û ambulans gihîştin cihê teqînê, ku tê pêşbînîkirin hejmarek ji çekdarên Hizbulah hatibin kuştin û birîndarkirin.
Li gundewarê Humsê jî, firokeyên Îsraîlê binkeya Lêkolînên Zanistî li gundê Um Haritên û Firokxaneya Leşkerî li başûrê Humsê ku çekdarên Îranî û Hizbulaha Libnanî lê hene û hejmarek kes hatin kuştin û birîndarkirin
Ji aliyê xwe ve, ajansa “SANA” a Sûrî a fermî li ser zarê jêderekî leşkerî belav kir, şeva bûrî firokeyên Îsraîlî ji esmanê Libnanê ve hejmarek binkeyên leşkerî li gundewarê rojavayê Humsê û başûrê Şama paytext mûşekbaran kir û sîstema berevaniya esmanî hejmarek mûşek xistine.
Li gor SANA, di encama êrîşê de 4 welatiyên sivîl ku yek ji wan zarok e hatiye kuştin û 21 welatiyên din jî birîndar bûne.
Îsraîl Sûriyê tomebar dike ku rê dide Hizbulaha Libnanî û hêzên Îranî ji nava xaka Sûriyê ve êrîşî Îsraîlê bikin, ji ber wê jî firokeyên Îsraîlî her demekê binkeyên hêzên Libnanî û Hizbulah û artêşa Sûriyê bombebaran dikin.
S. B