Hevdîtinên Tirkiye li ser rewşa penaber û Idlibê li gel Ewropa, Amerîka û Rûsyayê

Derbarê çareserkirina mijara penaber û rewşa Idlibê, di navbera Tirkiye, Ewropa, Amerîka û Rûsyayê de hevdîtinên girîng tên kirin. Bi van hevdîtinan, di nava Pisporên Tirkiyê de jî mijara tê nîqaşkirin ew e, ku dê çareseriyek mayînde bo kêşeya penaberan hebe yan na? Li gorî hin pisporan Yekitiya Ewropayê ji rewşa heyî eciz e, loma dê çareseriyek bê peydakirin. Lê hin pispor jî dibêjin, heta Tirkiye politikaya xwe ya liser penaberan neguherîn e, ev kêşe dê her berdewam bike.

K24- Enqere

Derbarê çareserkirina mijara penaber û rewşa Idlibê, di navbera Tirkiye, Ewropa, Amerîka û Rûsyayê de hevdîtinên girîng tên kirin. Bi van hevdîtinan, di nava Pisporên Tirkiyê de jî mijara tê nîqaşkirin ew e, ku dê çareseriyek mayînde bo kêşeya penaberan hebe yan na? Li gorî hin pisporan Yekitiya Ewropayê ji rewşa heyî eciz e, loma dê çareseriyek bê peydakirin. Lê hin pispor jî dibêjin, heta Tirkiye politikaya xwe ya liser penaberan neguherîn e, ev kêşe dê her berdewam bike.

Di heyama ku li ser idlibê û di mijara penaberan de alozî hene ji Amerîkayê Du şande kudi nav wan de nûnera daîmî ya Emerîkayê a Neteweyên Yekbûyî û Nûnerê taybet yê Amerîkayê bo Sûriyê hebûn bi rayaderên Tirkiyê re hevdîtin kirin. Li gel vê yekê Serokê komisyona Yekîtiya Ewropayê, Nûnerê Karên Derve yê YEyê, Wezîrê karên derve yê Birîtanyayê, û nûnerê birêvebirina qeyranan yê YE yê serdana Tirkiyê kirin û zêdetir ler mijara penaberan bi rayedarên Tirkiyê re axaftin.

Gelo piştî van hevdîtinên dîplomatîk dê ji bo kêşeya penaberan gavên çareseriyê bêne avêtin ya na ev yek cihê meraqê ye. Bi boçûna Prof.Dr.Naîl Alkan YE jî ji rewşê heyî eciz e û dê mijar demeke nêz de bê çareserkirin

Prof.Dr.Naîl Alkan - Pisporê Pêwendiyên Navdewletî- got: Yekitiya Ewropayê ji rewşa heyî eciz e. Dema ku em berê xwe didin hejmaran 130 hezaran zêdetir penaber li Tirkiyê veqetiyan e lê derbasî Yewnanîstanê jî nebûne. Di navbera Tirkiye û Yewnanîstanê de mane. Niha 300 hezar kesên din jî berev sînor ve diçin û Yewnanîstan neçare ku deriyên xwe veke. Ger ev derî vebin dê penaber belavbibin hemû Ewropayê. Ji ber vê çendê jî di piştperdeya van hevdîtinên hatine kirin de ji bo ku Tirkiye deriyên xwe careke din biger çend soz hatine dayîn lê ev soz çi ne ne diyerin. Lê ev meseleya penaberan dê rojên bê de neçarî bê çareserkirin.

Beranberî vê yekê pispora rojhilata navîn Hamîde Yîgît amaje pê dike ku Tirkiye kêşeya penaberan weke gefeke siyasî bikartîne li hember Ewropayê û heta ku ev polîtîka neguhere kêşeya penaberan jî çareser nabe.

Hamîde Yîgît -Pispora Rojhilata Navîn- got: Niha kêşeya penaberan weke qeyeraneke mezin li pêşiya Tirkiye û Ewropayê ye û ev yekê dê her berdewam bike heta ku deshilatdariya AKPê penaberan weke amûreke siyasî bikar bîne. Bi polîtîkayên heyî ev mijar çareser nabe. Ger Tirkiye dev ji politikaya xwe ya ku penaberan weke gefekê li dijî ewropayê bikartîne  berde bêgûman di warê dîplomatîk de çareserî pêkan e. Lê niha plan û armancên Ewropayê jî yên Tirkiyê jî li ser Sûriyê cüda ne loma ev kêşeya penaberan dê heta heyameke dirêj di rojevê de bimîne.

Ji bo ku kêşeya penaberan çareser bibe Yekîtiya wropayê û Neteweyên Yekbûyî bi rayedarên Tirkiye re din ava danûstandan de ne û aliyekê jî li ser sînorên Yewnanîstan û Bulgarîstanê bergiriyan êde dikin ku bi awayeke deryasayî penaber derbasî ewropayê nebin. Ji bo kêşeya Idlibê jî bê çareserkirin û agirbestek bê ragihandin da ku pêleke nû ya penaber xwe nede der Serokkmarê Tirkiyê Erdogan û Serokdewletê Rûsyayê Vîlademîr Putîn li Moskovayê li hev civiyan û niha çavê hemû layenan li ser encamên vê civîna Erdogan û Pûtîn e.