Polisên Hêzên Taybet ên Tirk li sînorê Yunanistanê ne

1 hezar Polis ên Hêzên Taybet ên Tirk li ser sînorê Tirkiye-Yunanistanê hatin bicîh kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

1 hezar Polis ên Hêzên Taybet ên Tirk li ser sînorê Tirkiye-Yunanistanê hatin bicîh kirin.

Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu diyar kiribû, ku: “Jiber rêgirtin a berpirsên Yunanê, ku penaberan vegerîn in Tirkiye, dê 1 hezar Polisên Hêzên Taybt ên Tirkiye, liser sînor dê werin  bicîh kirin”.

Piştî sere li devera Idlibê lu Sûriye, hukimeta Tirkiye bi egera, ku Ewrûpa piştgiriya siyaseta Tirkiye li deverê nekiriye, deriyên xwe ber bi Ewrûpayê ve, ji penaberan ve vekiribûn û bi sedhezaran penaber ber bi sînorê Yunanistanê ve rêketibûn.

Yunanistan û herweha Ewrûpa, van kiryarên Tirkiye, wekî fişarek neyasayî ya bikaranîna kerta penaberan binav dikin.

 

 

 

C.B