Yekîtiya Ewrûpa bo Tirkiye: Dev ji vê lîstika xwe berde!

Berpirsê bilind ê Siyaseta Derve yê Yêkîtiya Ewrûpayê Josep Borrell, rexneyên tund li siyaseta penaberan a Tirkiye girt û ew bi “Lîstikê” binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê bilind ê Siyaseta Derve yê Yêkîtiya Ewrûpayê Josep Borrell, rexneyên tund li siyaseta penaberan a Tirkiye girt û ew bi “Lîstikê” binav kir.

Borrell got, ku “Ji bo ku liser alîkariyek darayî ya zêdetir ligel Tirkiye biaxifin, Tirkiye divê, dev ji lîstika ligel penaberan berde”.

Berpirsê bilind ê Siyaseta Derve yê Yêkîtiya Ewrûpayê Josep Borrell , piştî Civîna Awarte ya Encûmena Pêwendiyên Derve ya Yekîtiya Ewrûpa li Xirvatistanê, ligel Wezîrê derve yê Xirvatistanê Gordan Grlic konferansek rojnamevanî ya hevbeş lidar xist.

Di civîna rojnamevanî de Borrell got: “Tirkiye ji penaberan re gotiye, me derî vekir biçin Ewrûpa. Ev ne rast e! Deriyên Ewrûpa ne vekirî ne, dê penaber biçin kude? Divê rastî ji mirovan re bî gotin. Ev lîstik dive rawest e!”

Wezîrê derve yê Xirvatistanê jî rexne li helwêsta Tirkie girt: “Tirkiye divê erkên xwe yên Rêkeftina Penaberî ya Yekîtiya Ewrûpa-Tirkiye ya sala 2016an bicîh bîn e”.

 

 

 

C.B