Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye bo Yunanê: Binerin dê çi bibe?
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiye Suleyman Soylu diyarkir, ku 143 hezar penaberan sînorê Yunanê derbas kiriye û got: “Michotakis (Serokwezîrê Yunanê) nikare sînorên bigre. Binerin, hîn dê çi bibe?”
Soylu herweha destnîşan kir: “Yên ku behsa mafên mirov dikirin, binerin bê çi zalim derketin. Maskeya ser rûyê wan ket.
Li welatê Michotakis 115 hezar penaber hene. Li welatê min çend hene? 4 milyon penaber hene. Gava mirov behs rewşê dike, li qam a xwe temaşe dike. Rêkeftina Cenewê binpê kirin.
Hejmara ku sînir derbas kirin e gihişt 143 kesan. Michotakis (Serokwezîrê Yunanê) nikare sînorên bigre. Binerin, hîn dê çi bibe? Dê, ne wekî rewş a berê jî be!”
C.B