Babacan: Armanca me pêkanîna demokrasî, mafên mirov, serdestiya dadwerî û azadiyan e

Wezîrê berê Ali Babacan nasandina Partiya xwe – Partiya Demokrasî û Raperînê (DEVA) li Otela Bilkent a Enqereyê pêkanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê Ali Babacan nasandina Partiya xwe – Partiya Demokrasî û Raperînê (DEVA) li Otela Bilkent a Enqereyê pêkanî.

Di axaftina xwe de mijarên girêdayî demokrasî, mafên mirov û serweriya dadweriyê derxist pêş.

Babacan got: DEVA dê bibe rêya çareseriyê ye, dema çareseriyê hatiye û em navnîşana çareseriyê ne.

Serokê Partiya Demokrasî û Raperînê (DEVA), pirsa Kurd wekî pirsek sereke ya mafnasî û demokrasiyê binav kir û mafê perwerdeya zimanê zikmakî jî, wekî pêwistiyek rewşa rastiya civatî li Tirkiye nirxand.

Ji aliyê xwe ve, Serokê Partiya maf û geşepêdanê (AK Parti) û Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan liser Partiya Nû got, ku: Ew ne alternatifa AK Parti ne. Her partiyek nû, ku derdikeve jî, nîşan dide AK Parti navnîşana pêşeroja Tirkiye ye.

 

 

C.B