Hikumeta Sûriye, ji bo rêgirîkirin a Korona çendîn biryar girtin

Civata Wezîrên Sûriyê, derbarê metirsiyên belavbûna Virusa Korona civiya û hejmarek biryar derxistin

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Sûriyê, ji bo rêgirîkirin li belavbûna Virusa Korona, bêhnvedan ji bo dibistan û zanîngehan, heta 2ê meha bê, ragihand.

Civata Wezîrên Sûriyê, derbarê metirsiyên belavbûna Virusa Korona civiya û hejmarek biryar derxistin. Ji wan, ragihandina bêhnvedanê ji bo dibistan, zanîngeh û peymangehan, ku ji sibe 14ê mehê destpê dike û heta 2ê meha bê, berdewam dibe.

Herweha Civata Wezîrên Sûriyê biryar da, ku karmendên Hikûmetê bi rêjeya 40 ji sedî dewamê bikin û bi sîstema şêft be. Herweha biryar da, ku hemû çalakiyên Werzişî, Rewşanbîrî, Zanistî û her çalakiyek ku bibe sedemê kombûna xelkê qedexe bike û pêşkêşkirina nergîleyê li kafê û xwaringehan qedexe bike.

Hikûmeta Sûriyê herweha biryar da, ku li her parêzgehekê, du cih ji bo kerentîkirina gumanlêkiriyan bên destnîşan kirin.

 

 

 

C.B